Xamineyî: Her karekî leşkerî li Sûriyê dê zirarê bide Tirkiyê û tevahiya herêmê

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ragihand, divê Îran, Tirkiye, Rûsya û Sûriye bi guftûgoyan vê pirsê çareser bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ragihand, her operasyoneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê li ser Sûriyê, dê ziyanê bigihîne Tirkiye, Sûriye û herêmê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bi armanca beşdariya di lûtkeya di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de, serdana Tehranê dike.

Erdogan di vê serdanê de, ligel Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî civiya û li gor medyaya Îranê jî, pirsa Sûriyê, mijareke sereke ya hevdîtinê bû.

Derbarê egera operasyoneke Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê de, Xamineyî ragihand, “Parastina yekperçeyiya axa Sûriyê pir girîng e û her êrişeke leşkerî bo ser bakurê Sûriyê dê li dijî Tirkiyê, Sûriyê û tevahiya herêmê be û di berjewendiya terorîstan de be.”

Rêberê Îranê ji Eredogan re: “Em ê tekez di têkoşîna li dijî terorê de bi we re hevkariyê bikin. Em ewlehiya Tirkiyê û sînorên wê wek ewlehiya xwe dibînin. Lê pirsgirêka Sûriyê divê bi guftûgoyan bê çareserkirin. Divê Îran, Tirkiye, Rûsya û Sûriye bi guftûgoyan vê pirsê çareser bikin.”

Ji aliyê xwe ve Erdogan got: “Welatên rojavayî bi taybetî ji Almanya, Brîtanya, Fransa û Amerîka çekên giran didin rêxistinên terorê yên li Sûriyê. Helwesta Tirkiyê ya li ser yekparçeyiya axa Sûriyê diyar e. Em hêvî dikin ku dewleta Sûriyê pêvajoya siyasî bide destpêkirin. Di Civîna Astanayê de bi taybetî mijara Sûriyê di rojevê de ye û em hêvîdar in ku encamên baş werin bidestxistin.”