Erdogan: Em civîneke girîng encam didin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, piştî civîna Hevkariya Asta Bilind, di warê aborî, kulturî û serbazî de hejmarek rêkeftin îmze kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, piştî civîna Hevkariya Asta Bilind, di warê aborî, kulturî û serbazî de hejmarek rêkeftin îmze kirin.

Recep Tayyip Erdogan di civîna çapemeniyê ya hevbeş de diyar kir: “Ez nêrîna Serokomar Reîsî ya li ser pêşvebirina pêwendiyên Îranê bi cîranên xwe re, gelek girîng dibînim.”

Erdogan diyar kir ku di navbera herdu welatan de hedefa bazirganiyê ya bi qasî 30 milyar Dolar heye.

Serokomarê Tirkiyê got: “Şerê me yê dijî terorê pir girîng e. rêxistinên terorê, PJAK, PKK, PYD, YPG, FETO ji bo her du welatan belayên mezin in.  Wek dizanin, me navên van rêxistinan xistine nava rêkeftinên NATOyê. Ev rêxistin li ku derê bin, aramiya wan welatan têk didin. Ji ber vê pêwîst e bi hevkarî em şerê li dijî wan bikin.”

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî diyar kir ku serdana Serokomarê Tirkiyê bo Îranê ji bo pêwendiyên herdu welatan dê bibe xala werçerxanê.