ÎHD: Divê êşkenceyên li girtîgehan bên rawestandin

Komeleya Mafên Mirovan ÎHD ya Şaxa Diyarbekirê bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku li girtîgehên Tirkiyê êşkence û binpêkirinên mafên girtiyan bên rawestandin.
Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)
Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)

Diyarbekir (K24) - Komeleya Mafên Mirovan ÎHD ya Şaxa Diyarbekirê bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku li girtîgehên Tirkiyê êşkence û binpêkirinên mafên girtiyan bên rawestandin û  tawanbarên êşkenceyan bên cezakirin.

Serokê ÎHD yê Şaxa Diyarbekirê Abdullah Zeytun diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyê, mafê jiyanê yê girtiyan tên bipêkirin û hemû cureyên êşkenceyan jî tên kirin.

Abdullah Zeytun ragihand, Komîsyona ÎHDê ya Girtîgehan çavdêriyan dike û raporan amade dike. Di wan raporan de jî diyar dibe ku li girtîgehên Tirkiyê, kesên êşkence û reftarên xirab dikin, nayên cezakirin û loma jî binpêkirina mafên girtiyan berdewam dike.

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD ya Şaxa Diyarbekirê Jiyan Ormanli jî daxuyand ku li Tirkiyê di sala 2021ê de 52 girtiyan di girtîgehan de canê xwe ji dest dane û 13 ji wan girtiyan xwe kuştine, 5 ji wan bi awayekî şikbar canê xwe ji dest dane û sedema mirina girtiyekî jî nehatiye ragihandin. Dîsa di sala 2022yan de jî 35 girtiyan li girtîgehên Tirkiyê canê xwe ji dest dane û hatiye îdiakirin ku 5 ji wan xwe kuştine, 12 girtî jî bi awayekî biguman canê xwe ji dest dane.

Jiyan Ormanli bal kişand ser wê yekê ku parastina mafên girtiyan û berpirsyariya jiyana girtiyan di bin berpirsyariya rayedarên dewletê de ye û divê êşkenceyên li girtîgehan bên rawestandin, kesên ku êşkence, destdirêjî û muameleyên xirab dikin jî bên cezakirin.