Cîgirê Wezîrê Berevanî yê Ukraynayê: Em xwe ji bo êrîşeke giran amade dikin

"Artêşa Ukraynayê sîstema xwe ya dije mûşekî bihêz dike."

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Wezîrê Berevanî yê Ukraynayê Volodimir Havrilov ragihand, welatê wî ji bo lêdana "derbeke bi êş" bo Rûsyayê, amadekariyê dike.

Volodimir Havrilov îro sêşemê 19ê Tîrmeha 2022yan ji rojnameya The Times a Brîtanî re diyar kir, welatê wî amadekariyê dike ku bi çekên bihêz, keştiyên Rûsyayê yên li Deryaya Reş têk bide.

Havrilov destnîşan kiriye, Kîev ji bo vegerandina kontrola nîvgirava Qirimê amadekariyê dike, ku ji aliyê artêşa Rûsyayê ve dest bi ser de hatiye girtin.

Herwiha eşkere kiriye, artêşa Ukraynayê sîstema xwe ya dije mûşekî bihêz dike, ji bo parastina keştiyên şer ji gefên êrîşa Rûsyayê.

Cîgirê Wezîrê Berevanî yê Ukraynayê gotiye: “Armanckirina keştiyên Rûsyayê li nav Deryaya Reş, karekî wisa ye ku divê were kirin, da ku gelê Ukraynayê ji gefan werin parastin.”

Meha Nîsana borî, Kîevê têkbirina keştiya Moskova ya Rûsyayê li nav Deryaya Reş bi rêya du mûşekan, belav kiribû û weke destkefteke mezin a leşkerî bi nav kiribû.