Putin û Erdogan li Tehranê civiyan

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Tehrana paytexta Îranê civînek pêk anîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Tehrana paytexta Îranê civînek pêk anîn.

Recep Tayyip Erdogan beriya civînê diyar kir: “Encama ku em ê li ser mijara korîdora genim werbigrin, dê ji bo hemû cîhanê erênî be. Di hevdîtinên Stenbolê de helwesta Rûsyayê gelek erênî bû. Ez bawer im gotûbêjên me dê bi sûd bin.”

Vladimir Putin ji ber hewldanên navbeynkariyê yên Tirkiyê spasiya Erdogan kir û got: “Bi rêya navbeynkariya we, em ber bi pêşve çûn. Rast e, hemû pirsgirêk hîn nehatine çareserkirin, lê pêşveçûn bi xwe, geşedaneke baş e.”

Tê çaverêkirin ku tevî pêwendiyên dualî yên Tirkiye û Rûsyayê, Erdogan û Putin li ser hinardeya genim jî gotûbêj bikin.

Piştre dê serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser mijara Sûriyê dest bi civînê bikin û piştre daxuyaniya hevbeş dê were belavkirin.