Îran: Êrîşa li ser bakurê Sûriyê dê tedbîrên ku Tirkiye hêvî dike bi dest nekeve

Wezareta Derve ya Îranê: Êrîşa leşkerî li ser bakurê Sûriyê bi tekezî dê ziyanê bigihîne, Sûriye, Tirkiye û navçeyê
Ji civîna Wezareta Derve ya Îranê û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan - Tehranê 19/7/2022
Ji civîna Wezareta Derve ya Îranê û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan - Tehranê 19/7/2022

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îranê radigihîne, her êrîşeke leşkerî ya Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê dê tedbîrên ku Tirkiye ji aliyê Sûriyê hêvî dike bi dest nekeve.

Wezareta Derve ya Îranê derbarê egera destpêkirina operasyoneke Tirkiyê li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Yekîtiya xaka Sûriyê gelekî giring e. Êrîşa leşkerî li ser bakurê Sûriyê bi tekezî dê ziyanê bigihîne, Sûriye, Tirkiye û navçeyê.”

Tekez kir jî, êrîşa Tirkiyê dê di berjewndiya teroristan de be û dê tedbîrên ku Tirkiye ji aliyê Sûriyê hêvî dike bi dest nekeve.

Tirkiye demek e gefa destpêkirina opoerasyoneke nû ya leşkerî li Til Rifet û Minbicê dixwe û hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du hermênan kom kirine.

Ev helwesta Îranê piştî wê tê, duhî 19ê Tîrmeha 2022an civîna Sêalî (Rûsya, Tirkiye û Îran) a 7emîn a bi Forma Astanayê li Tehranê birêve çûbû û li gor daxuyaniya dawiya lûtkeyê, Mosko û Tehranê ti nîşanên erêkirinê yên ji bo destpêkirina êrîşa li ser bakurê Sûriyê nedan Enqerê.