Sûriye pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Ukraynayê re dibire

Navenda Nûçeyan (K24) – Şam radigihîne, li gorî perensîba “serederiya wek hev”, ew jî têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Kîev re qut dike.

Ajansa “SANA” ya fermî yê Sûriyê li ser zarê jêderekî fermî di Wezareta Derve ya Sûriyê belav kir, “Komara Erebî ya Sûriyê li gor perensîba “serederiya wek hev” û wek bersiv li ser biryara hikûmeta Ukraynayê di vî warî de biryar da ku pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Ukraynayê re qut bike.”

Ev yek piştî wê tê, Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky roja 29ê Hezîranê de ragihandibû, piştî ku Şamê serxwebûna “Komara Luhansk û Donetskê” nas kir, welatê wî pêwendiyên xwe yên dîplomasî bi Sûriyê re birîn.

Ew biryara Zelenskiy piştî wê hat ku Sûriyê berî rojekê serxwebûna komarên Donetsk û Luhansk ji Ukraynayê nas kiribû û bû yekem welat piştî Rûsyayê serxwebûna wan nas dike.

Rûsiya yek ji hevalbendên Şamê yên herî diyar in û ji destpêka şer û pevçûnên di sala 2011an de piştgiriya leşkerî, aborî û dîplomasî pêşkêşî wê dike, bi taybet di Encûmena Asayişa Navdewletî de ku li wir çend projebiryarên li dijî rêjîma Sûriyê asteng kirine.