Kazimî bilez şandekê dişîne Duhokê

Piştî topbarana devereke geştyariyê û şehîdbûna 9 welatiyan û birîndarbûna 24 kesan, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şandekê dişîne parêzgeha Duhokê.

Hewlêr (K24) – Piştî topbarana devereke geştyariyê û şehîdbûna 9 welatiyan û birîndarbûna 23 welatiyên din, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şandekê dişîne parêzgeha Duhokê.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Iraqê, Mistefa Kazimî, Wezîrê Derve Fûad Husên û şandeke ewlehiyê dişîne devera ku topbaran hat kirin.

Îro 20ê Tîrmeha 2022yan, di encama topbarana Tirkiyê de li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxo, 9 kes hatin kuştin û 23 kes birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Zaxo ragihand, îro piştî nîvro artêşa Tirkiyê navçeyeke geştiyariyê li nêzîkî gundê Perexê yê Zaxo de topbaran kir û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 23 kes birîndar bûn.

Qeymeqamê Zaxo ji K24ê re diyar kir, di êrîşê de hejmarek geştiyarên ku ji bo serdanê ji navarasta Iraqê hatibûn herêmê, hatin kuştin û birîndarkirin ku di nava wan de zarok û jin hene.