Berhem Salih: Topbarana Tirkiyê nayê qebûlkirin

Serokomarê Iraqê Berhem Salih topbarana navçeya Zaxoyê şermezar kir.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih
Serokomarê Iraqê Berhem Salih

Hewlêr (K24) – Serokomarê Iraqê Berhem Salih topbarana navçeya Zaxoyê şermezar kir, ku bû sedema şehîdbûna 9 kesan û birîndarbûna 26 kesên din û ragihand, dubarebûna bombebarana Tirkiyê, binpêkirina serweriya axa Iraqê ye û li ser asayîşa niştimanî gef e.

Berhem Salih li ser hesabê xwe yê Twitterê îro çarşemê 20ê Tîrmeha 2022yan ragihand, bombebaranên Tirkiyê binpêkirina serweriya axa Iraqê ye û li ser asayîşa niştimanî gef e, dubarebûna wê jî nayê qebûlkirin.

Serokomarê Iraqê eşkere kir: “Bombebarana ser navçeya Zaxo, ku bûye sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek welatiyên Iraqê, tê şermezarkirin û cihê qebûlkirinê nîne, beriya niha jî me daxwaz kiribû ku gavên bi vê cûreyê, binpêkirina yasayên navdewletî û bingehên cîrantiyê ye.”