Hejmara birîndarên topbarana Zaxoyê bilind bû

Hejmara birîndarên topbarana îro ya li Zaxoyê gihîşte 29 kesan, yek ji wan karkerekî xelkê Zaxo ye.

Hewlêr (K24) – Hejmara birîndarên topbarana îro ya li Zaxoyê gihîşte 29 kesan, yek ji wan karkerekî xelkê Zaxo ye.

Jêderekî agahdar ji Zaxoyê ji Kurdistan24ê re piştrast kir, tevî canjidestdana 9 welatiyan, ku yek ji wan zarokekî yek salî ye û ewên din çar kur û çar keç in, 29 welatiyên din birîndar bûn.

Hîn jî Tirkiye bi awayekî fermî berpirsyariya xwe li topbarana Zaxoyê ranegihandiye, lê belê hejmarek ji berpirsên Iraqê bi rêya peymanên xwe Tirkiye şermezar kirin.

Di vê çarçoveyê de, jêderek ji asayîşa Zaxo ji Kurdistan24ê re ragihand, hîn jî dilniya nebûne ku kîjan alî topbarana seyrangehê kiriye.