Nêçîrvan Barzanî: Divê artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê şer û pevçûnê rawestînin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser topbarana li sînorê Zaxo peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser topbarana li sînorê Zaxo peyamek belav kir û ragihand: “Divê artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê şer û pevçûnê rawestînin û êdî nebin sedema kuştin û wêrankariya li deverên sînorî.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Em bi tundî bombebarana îro ya li Zaxoyê şermezar dikin ku bûye sedema canjidestdana hejmarek welatiyên sivîl û geştyarên ji navçeyên cuda yên Iraqê û hejmareke din jî birîndarbûna hejmareke din.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Dubarebûna bombebaran, şer û pevçûnên berdewam ên di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li ser sînoran nayê qebûlkirin ku asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û sînorên navdewletî yên Iraqê têk biriye. Herwiha bûye sedema valabûna bi sedan gundên li deverê.”

Herwiha diyar kir: “Em sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan dikin û hevbeşê derd û xemgîniya wan in, em hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazin. Nexweşxane û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê hemû alîkarî û xizmetguzariyên pêwîst pêşkêşî birîndaran dikin.”

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê divê şer û pevçûnê rawestînin û êdî nebin sedema kuştin û wêrankariya li deverên sînorî.”

Herwiha got: “Divê Hikûmeta Federal a Iraqê jî hemû rêkarên pêwîst bigre ber xwe ji bo rêgirtina li dubarebûna van tawanan û ji xaka Iraqê ve gef li asayîşa welatên cîran neyê kirin.”