Termê qurbaniyên topbarana Tirkiyê ber bi Bexdayê ve tên birêkirin

Di encama topbarana Tirkiyê de, 9 geştiyarên ji navarast û başûrê Iraqê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Termê geştiyarên li gundê Perexê yê Zaxoyê di encama topbarana Tirkiyê de hatine kuştin, ji Duhokê ber bi cihên xwe ve tên birêkirin.

Peyamnêrê K24ê li Duhokê got: “Îro termê 9 welatiyên ku li gundê Perexê di topbarana Tirkiyê de hatine kuştin, ji Duhokê bo Hewlêrê tên şandin û piştre ber bi cihên xwe ve tên birêkirin.”

Qeymeqamê Zaxo duhî ji K24ê re diyar kiribû, geştiyarên di encama topbarana Tirkiyê li ser navçeyeke geştiyariyê yê nêzîkî gundê Perexê de, hatibûn kuştin û birîndarkirin, ji navarast û başûrê Iraqê ne.

Peyamnêrê me diyar kir jî: “Termê wan welatiyan, li Bijîşkiya Dadî ya Duhokê bi amadebûna Parêzgarê Duhokê û hejmarek ji berpisên din, bi merasîmekê ber bi Hewlêrê ve tên birêkirin.”

Di wê derbarê de, Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji K24ê got: “Piştî wê bûyerê, li Zaxo û Duhokê çareseriyên bijîşkî yên pêwîst ji birîndaran hatin kirin. Şeva borî her yek ji Wezîrê Derve, Serokerkanê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Serokwezîrê Iraqê gihîştin Duhokê û termê qurbaniyan bo Hewlêrê tên şandin, ji wir jî ber bi Bexdayê ve tên birêkirin.”

Parêzgarê Duhokê got jî: “Em tundî vê topbarana Tirkiyê şermezar dikin ku bû sedema kuştina 9 welatiyên û birîndarbûna 23 kesên din û daxwaz dikin ku Tirkiye û PKK şerê ji Herêma Kurdistanê dûr bixin.”