Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê li ser mijara “herêmên ewle” li Rojava dicive

Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê îro dicive û mijara sereke, herêmên ewle û amadekariyên operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê ye
Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê
Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê îro dicive, mijara sereke jî, firehkirina herêmên ewle û amadekariyên operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ye.

Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê (MGK) piştî du mehan, careke din îro bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dicive.

Operasyonên navxwe û derve, gihandina dexlûdanê Ukrayna bo bazarên cîhanê û proseya endamtiya Swêd û Fînlanda bo NATOyê, mijarên sereke yên civînê ne.

Di civînê de jî, firehkirina heremên ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê û amadekariyên operasyona derveyî sînor dê were gotûbêjkirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 23ê Gulanê ragihandibû ku artêşa Tirkiyê dê dest bi operasyonên leşkerî bike û ew ê herêma ewle ya bi kûrahiya 30 k.m li bakurê Sûriyê ava bike. Demek e jî artêşa Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî li nêzîkî Til Rifet û Minbicê kom dike.

Civîna Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê di demekê de ye, pêr Serokomarê Tirkiyê di civîna Sêalî (Rûsya, Tirkiye û Îranê) ya li Tehranê hatiye lidarxistin de, sînyala pêkanîna operasyona li Rojavayê Kurdistanê da, lê ji Tehran û Moskoyê ti piştgirî nehat.

Berî destpêkirina lûtkeya sêalî jî, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Tehranê ligel Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî civiyabû. Xamineyî  derbarê egera operasyoneke Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê de got: “Parastina yekperçeyiya axa Sûriyê pir girîng e û her êrişeke leşkerî bo ser bakurê Sûriyê dê li dijî Tirkiyê, Sûriyê û tevahiya herêmê be.”