Li pêş Balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê xwepêşandanê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser daxwaza hejmarek ji rêxistin û aliyên siyasî, îro bi sedan kes li pêş Balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê xwe pêşan didin.

Duhî artêşa Tirkiyê gundê Perexê yê Zaxoyê da ber topan û di encamê de 9 geştiyarên ji navarast û başûrê Iraqê hatin kuştin û 23 geştiyar jî birîndar bûn. Wek karvedan li ser vê topbaranê, çalakvanan li tora civakî banga xwepêşandanên berfireh li dijî Tirkiyê kirin.

Ajansa Nûçeyan a Iraqê belav kir, xwepêşandanê li pêş Balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê dest pê kir.

Her derbarê topbarana Tirkiyê de, Encûmena Wezarî ya Asayişa Niştimanî ya Iraqê bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê civînek li dar xist û çend biryar li dijî êrîşa Tirkiyê dan û daxwaz ji Tirkiye kir bi fermî daxwaza lêborînê bike û baregehên xwe yên leşkerî ji tevahiya xaka Iraqê bikişîne.”

Ji aliyekî din ve, Odeya Bazirganî ya bajarê Diyalayê îro ji ber êrişên artêşa Tirkiyê li ser Zaxoyê û kuştin û birîndarbûna bi dehan welatiyan, boykotkirina berhemên Tirkiyê ragihand.

Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Diyalayê Mûsa El Temîmî jî got: “Hemû karsazên parêzgeha Diyalayê hatine hişyarkirin ku anîna kelûpelên Tirkiyê rawestînin.”

Encûmena Wezarî ya Asayişa Niştimanî ya Iraqê got jî: “Encûmena Wezareta Derve ya Iraqê dosyayekê derbarê binpêkirinên Tirkiyê yên li ser serweriya Iraqê de amade dike û giliyeke bilez li Encûmena Asayişa Navdewletî û Netewên Yekgirtî di vê derbarê de vedike.”