Çavuşoglu: Me êrîş li ser welatiyên sivîl nekiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê êrîşa li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxo de ku tê de 9 kesên sivîl hatin kuştin û 29 kesên din jî birîndar bûn, got: “Me êrîş li ser welatiyên sivîl nekiriye”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand: “Li gorî zanyariyên ku min ji hêzên leşkerî yên Tirkiyê wergirtine, me êrîş li ser welatiyên sivîl nekiriye.”
Her wiha Wezareta Derve ya Tirkiyê duhî li ser topbarana Zaxoyê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Tirkiye ji bo eşkerekirina rastiyan amade ye ku hemû gavan biavêje.” Û got: “Wisa tê nirxandin ku bi êrîşên bi vî rengî yên ku mirovên bêtawan dikin armanc û çavkaniya wan rêxistina terorê ye.”
Ev yek di demekê de ye, raya giştî, aliyên siyasî û hikûmî yên navxwe li Iraq û Herêma Kurdistanê û her wiha li ser asta navdewletî jî, tiliyê tometê ber bi Tirkiyê ve dikin û çalakvanan jî li tora civakî jî banga xwepêşandanên berfireh li dijî Tirkiyê dikin.
Encûmena Wezarî ya Asayişa Niştimanî ya Iraqê şeva borî bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê civîneke bilez dar xist û çend biryar li dijî êrîşa Tirkiyê dan û daxwaz ji Tirkiye kir bi fermî daxwaza lêborînê bike û baregehên xwe yên leşkerî ji tevahiya xaka Iraqê bikişîne.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê operasyona li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de jî got: “me ti carî destûrê ji kesî nexwastiye”.
Çavuşoglu got: “Em dikarin bîr û baweriyan bi hev guftûgo bikin, lê me ti carî destûr ji bo operasyonên xwe yên leşkerî li dijî terorê nexwastiye û em ê ti carî destûrê nexwazin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê hişyarî da got, Dibe ku di şevekê de û bi awayekî neçaverêkirî ew dest bi operasyona xwe bikin.