Îran êrîşa li ser Zaxoyê şermezar dike

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Komara Îslamî ya Îranê ewlehiya Iraqê bi ewlehiya xwe dizane

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê topbarana li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxoyê şermezar kir û ragihand, “Komara Îslamî ya Îranê ewlehiya Iraqê bi ewlehiya xwe dizane û ti xemsariyê d hevkarî û alîkariyekê de nake.”

Li gor nûçeyeke ajansa “IRNA” a Îranî, Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Nasir Kenanî topbarana bajarê Zaxo ku bûye sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek ji xelkê sivîl şermezar kir.

Kenanî hevxemiya ligel malbatên qurbaniyan, hikûmet û gelê Iraqê nîşan da û got: Komara Îslamî ya Îranê ewlehiya Iraqê bi ewlehiya xwe dizane û ti xemsariyê d hevkarî û alîkariyekê de nake.

Duhî Çarşemê 20ê Tîrmeha 2022an, navçeyeke geştiyariyê ya gundê Perexê li Zaxo hat topbarankirin û di encamê de 9 geştiyarên naverast û başûrê Iraqê hatin kuştin û zêdetir ji 25 geştiyaran jî birîndar bûn.

Wezîrê Derve yê Iraqê Faud Husên serdana cihê bûyerê kir û got: “Em ê li Encûmena Asayîşê ya Navdewletî doz vekin, ji ber ku tiştê niha heye, ji ber şerê Tirkiye û PKKê rû daye û xelkê sivîl hatiye kuştin.”

Her wiha got jî: “Ev der bi çar topan hatiye bombebarankirin, sedema vê kêşeyê, anîna pirsgirêkên Tirkiyê bo nav axa Iraqê ye, ango kêşeyek di navbera PKK û Enqerê de heye û divê were çareserkirin.”