Komkara Erebî: Êrîşa Zaxoyê binpêkirina yasayên navdewletî û prensîba cîrantiya baş e

Berdevkê Fermî yê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî: Em destdirêjiya Tirkiyê li ser serweriya Iraqê bi temamî red dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komkara Erebî êrîşa Tirkiyê ya li ser navçeyeke geştyarî Zaxoyê ya di encamê de 9 kes hatin kuştin û hejmareke din birîndar bûn, şermezar kir.  Her wiha Wezareta Derve ya Misrê jî piştevaniya xwe ji bo her gaveke hikûmeta Iraqê ji bo parastina aramî û ewlahiya welat û gelê Iraqê ragihand.

Berdevkê Fermî yê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Cemal Ruşdî li zarê Ehmed Ebû Xeyt ragihand, “Em destdirêjiya Tirkiyê li ser serweriya Iraqê bi temamî red dikin, ku binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî, mafên mirovan û perensîbên cîrantiya baş e.”

Ruşdî got jî: “Komkara Erebî piştevaniya Iraqê di redkirin û şermezarkirina êrîşên Tirkiyê de dike û her destdirêjî û binpêkirina serweriya her welatekî Erebî jî şermezar dike.”

Berdevkê Fermî yê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî bang li Enqerê kir ku di pêwendiyên xwe yên bi welatên navçeyê re perensîpa cîrantiya baş ji nû ve hesab bike û biparêze û ti hincetan ji bo pêkanîna operasyonên leşkerî li nav axa welatên Erebî negire.”

Ji aliyekî din ve, Wezareta Derve ya Misrê êrîşa li ser navçeyeke geştiyariyê li Zaxo şermezar kir û hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan re ragihand û başbûna zû ji birîndaran re xwast.

Wezareta Derve ya Misrê piştevaniya xwe ji bo her gaveke hikûmeta Iraqê ji bo parastina aramî û ewlahiya welat û gelê Iraqê ragihand û tekezî li ser rêzgirtina li biryarên yasaya navdewletî yên taybet bi parastina sivîlan kir.