Berlîn daxwaza vekirina lêkolîneke bilez di topbarana Zaxoyê de dike

Wezareta Derve ya Almanya: Divê encamderên vê êrîşê bêne aşkere kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Almanya topbarana navçeyeke geştiyariyê li gundê Perexê yê li Zaxoyê şermezar kir û daxwaza lêkolîneke bilez di vê êrîşê de kir.

Wezareta Derve ya Almanya di daxuyaniyekê de daxwaza lêkolîneke bilez derbarê êrîşa duhî li ser gundê Perexê yê Zaxoyê kir û ragihand, “Êrîşkirina li ser welatiyên sivîl, bi ti awayî nayê qebûlkirin û parastina welatiyan di her şert û mercî de divê bibe karekî pêşîne.”

Destnîşan kir jî, divê encamderên vê êrîşê bêne aşkere kirin.

Duhî Çarşemê 20ê Tîrmeha 2022an, navçeyeke geştiyariyê ya gundê Perexê li Zaxo hat topbarankirin û di encamê de 9 geştiyarên naverast û başûrê Iraqê hatin kuştin û zêdetir ji 25 geştiyaran jî birîndar bûn.

Topbarana li ser navendeke geştiyariyê ya Zaxoyê ku tê de 9 welatiyên sivîl hatin kuştin û 23 jî birîndar bûn, raya giştî ya Iraqê hêrs kir, bi taybetî ku piraniya qurbaniyan ji navarast û başûrê wî welatî ne. Çalakvanan jî li tora civakî banga xwepêşandanên li dijî Tirkiyê kirin.