Îro Rûsya û Ukrayna li Stenbolê rêkeftina hinardeya genim îmze dikin

Washington pêşwazî li vê pêngavê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokomarê Tirkiyê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, rayedarên Rûsî û Ukraynî, îro înê li Stenbolê merasîma îmzekirina rêkeftina navbera Rûsya û Ukraynayê li ser destpêkirina hinardeya genim bo cîhanê birêve diçe. Washington jî pêşwazî li vê pêngavê dike.

Serokatiya Serokomariya Tirkiyê li ser rêkeftina dexlûdana ku dê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bê îmzekirin de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, îro înê bi amadebûna Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî  Antonio Guterres û Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, li ofîsa Koşka Dolmabahçe ya li Stenbolê dê di navbera Rûsya, Tirkiye û Ukraynayê de, derbarê hinardekirin û veguhastina genimê Ukraynayê de rêkeftinek were îmzekirin.

Di 13ê vê mehê de bi beşdariya rayedarên Ukraynî, Rûsî û Neteweyên Yekbûyî, Tirkiyê mazûvaniya civîneke serbazî kir û li ser hinardekirina dexlûdanên Ukraynayê bo cîhanê, gotûbêj hat kirin.

Li ser vê mijarê, Washington pêşwazî li rêkeftina navbera Rûsya û Ukraynayê ya derbarm hinardeya dexlûdanê de dike, herwiha daxwaz dike ku Moskow rêkeftinê cîbicî bike.

Li aliyê din, Berdevkê Serkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Rêkeftina hinardeya dexlûdan ji bo asayîşa xureka cîhanê gelek girîng e û roja înê li Stenbolê bi amadebûna Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî  Antonio Guterres, herwiha şandên Rûsya û Ukraynayê dê were îmzekirin.”

Ji destpêka şerê Ukraynayê ve, bihayê genim li cîhanê bilind bûye, ji ber ku Ukrayna çavkaniya genimê cîhanê ye.

Ev rêkeftin ji bo derxistina bîst milyon ton genimê Ukraynayê bi rêya benderan bo cîhanê tê kirin.