Derbarê Baroya Diyarbekirê de lêpirsîn hat vekirin

Piştî ku Baroya Diyarbekirê êrîşa ser Zaxoyê ya deverên sivîl lêbûn şermezar kir, derbarê Baroya Diyarbekir de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Baroya Diyarbekirê
Baroya Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Piştî ku Baroya Diyarbekirê êrîşa ser Zaxoyê ya deverên sivîl lêbûn şermezar kir, derbarê Baroya Diyarbekir de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekir derbarê Baroya Diyarbekirê de ji ber ku êrîşa ser Zaxo şermezar kiribû û Hêzên Tirkiyeyê yên Serbazî berpirs dîtibû, lêpirsîn da destpêkirin.

Baroya Diyarbekirê li ser hesabê xwe yê Twitterê topbarana ser devera geştiyariyê ya gundê Perexê yê Zaxoyê şermezar kiribû, ku di wê topbaranê de jin û zarok jî tê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û 29 kes birîndar bûbûn.

Piştî ku Baroya Diyarbekir bûyer şermezar kiribû, ji aliyê çend hesaban ve wek hedef hatibû nîşandan û piştî vê pêvajoyê jî hat ragihandin ku derbarê Baroya Diyarbekir de ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekir ve lêpirsîn hatiye vekirin.

Baroya Diyarbekir derbarê hedefnîşandana çend hesabên twîtterê de amaje kiribû ku ew ê hember van serê xwe neçemînin.