Droneke Tirkiyê otomobîlek li ser riya Qamişlo- Tirbesipiyê kir armanc

Di êrîşê de, 3 şervanên Yekîneyên Parastinê yê Jinê (YPJ) hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek di navbera Qamişlo û Tirbesipiyê de bombebaran kir û di encamê de 3 şervanên Yekîneyên Parastinê yê Jinê (YPJ) hatin kuştin.

Jêderekî xwecihî ji K24 re ragihand, Droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li nêzîk rêbenda Nemetlî yê di navbera Qamişlo û Tirbesipiyê de bombebaran kir.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama êrîşê de, 3 şervanên YPJê hatin kuştin.

Ji destpêka îsal ve, artêşa Tirkiyê 38 êrîş li navçeyên HSDê bi riya dorneyan pêk anîne û di encamê de 27 şervan hatine kuştine ku 9 ji wan jin û 2 jî zarok in. Herwiha zêdetir 70 kesî jî birîndar bûne.