4 birîndarên topbarana Zaxoyê ji bo Bexdayê tên vegerandin

Neştergerî ji 8 birîndarên topbarana gundê Perexê re hatine kirin, rewşa 4 birîndaran jî baş bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Çar birîndarên topbarana gundê Perexê yê Zaxo, piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî li nexweşxaneyên Zaxoyê, ji bo Bexdayê tên veguhastin.

Peyamêrê K24ê li Zaxo da zanîn, hejmarek ji birîndarên topbarana artêşa Tirkiyê li ser navçeya geştiyariyê ya gundê Perexê de hîn jî li nexweşxaneyên Zaxoyê tên derman kirin û çend birîndarên ku rewşa wan baş bûne, îro bi ambulansan bo Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê tên veguhastin û piştre jî dê ji bo Bexdayê bêne şandin.

Di wê derbarê de, Rêveberê Tendirustiya Zaxo Dr. Şakir Ebdulrehman ji K24ê re got: “Neştergerî ji 8 birîndarên topbarana gundê Perexê re hatine kirin. Rewşa 4 birîndaran baş bûye û îro ji bo Bexdayê tên vegerandin.”

Dr. Şakir Ebdulrehman diyar kir, niha 4 birîndar li nexweşxaneyê mane û çareseriyên bijîşkî werdigirin, piştî 2 rojên din dermankirina wan bi dawî dibe û dê ji bo Bexdayê bêne vegerandin.

Artêşa Tirkiyê duhî 20ê Tîrmehê navçeyeke geştiyariyê li gundê Perexê yê li Zaxo da ber topan û di encamê de 9 geştiyarên naverast û başûrê Iraqê hatibûn kuştin û zêdetir ji 25 geştiyaran jî birîndar bûbûn.

Artêşa Tirkiyê duhî 20ê Tîrmehê navçeyeke geştiyariyê li gundê Perexê yê li Zaxo dabû ber topan û di encamê de 9 geştiyarên naverast û başûrê Iraqê hatibûn kuştin û zêdetir ji 25 geştiyaran jî birîndar bûbûn.