Bloomberg: Siûdiye û Iraq ji destpêka vê Tîrmehê ve rojane nefta xav didin Ewropayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa “Bloomberg” ragihand, Erebistana Siûdî û Iraqê petrola xav didin Ewropayê ta ku parzûngehên petrolê yên li wê parzemînê bikarin kêmasiyên xwe tije bikin.

Ajansa “Bloomberg” a Amerîkî diyar kir, di sê hefteyên yekem ên Tîrmehê de, zêdetir ji yek milyon bermîlên petrola xav ji Rojhilata Navîn rojane, bi rêya boriya ku di ser Misrê re derbas dibe, digihê Ewropayê. Li gorî daneyên Bloombergê jî, ev şandina petrolê li gor destpêka salê, hema hema du qatan bûye.

Operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê bû sedema karvedaneke tund ji aliyê kompanyayên Ewropî ku bazirganiya xwe bi Moskoyê re rawestandin.

Li gor zanyariyên wê ajansê, Erebistana Siûdî petrola xwe di boriya SuMed a di Misrê re derbas dibe û Iraq jî bi keştiyên tanker di Deryaya Sor û Kanala Suweysê re digihînin Ewropayê.

Diyar kir jî, rojane 800 hezar bermîl petrol di boriyan re tê veguhastin ku gihîştiye asta herî bilind. Her wiha di sê hefteyên destpêkê yên meha Tîrmehê de, rojane nêzîkî 1.2 milyon bermîl ji Kendava Erebî ve ber bi kenala Suweysê ve tê şandin ku piraniya wê ji Iraqê ye.

Ev herikîna petrolê ji Rojhilata Navîn ber bi Ewropayê ve, dibe ku digihe 2.2 mîlyon bermîlan di rojekê de, ku ev zêdebûn li gor meha Çileya 2022an (mehekê berî destpêkirina operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê), digihe nêzîkî % 90.

Ev yek di demekê de ye, Serokê Amerîka Joe Biden di dam dawiyê de daxwaza zêdekirina hinardekirina petrolê ji welatên rêxistina OPEC kiribû, ta ku buhabûna sotemeniyê ya cîhanî bê kontrolkirin.

Bloomberg dibêje ne diyar e ka dê ev herikîna ji Rojhilata Navîn ber bi Ewropayê ve domdar be. Di dawiya vê salê de, qedexeyên Yekîtiya Ewropî ya li ser petrola xav a Rûsyayê dê bikevin warê cibicîkirinê.

Di vê çarçoveyê de, pakêta şeşemîn a cezayên Ewropî, gav bi gav ambargoya li ser hinartina petrolê ji Rûsyayê tê danîn. Di heman demê de, qedexe tenê ji bo radestkirina petrola ku bi riya deryayê re derbas dibe ye û petrola Rûsî ya bi riya boriya “Druzhba” re ber bi Ewropayê ve tê şandin, nayê sînorkirin.