Li Diyarbekirê navenda vîzeya Schengenê vedibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku dê di 25ê Tîrmehê de li Diyarbekirê jî navenda serlêdana vîzeya Schengenê bê vekirin.

Kaya got; bi hewldanên wan û piştgiriya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawuşoglu û Parlementerê AK Partiyê Mehdî Eker, dê navenda serlêdana vîzeya Schengenê vebe.

Heta niha welatiyan li bajarê Dîlokê serlêdana xwe ya ji bo vîzeyê dikirin. Biryara vekirina navenda serlêdana vîzeyê ji aliyê welatiyan ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.