Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke hikûmî serdana Bexdayê dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê bi Serokwezîrê Federal Mistefa Kazimî û berpirsên bilind ên Iraqê re bicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke hikûmî îro 23ê Tîrmehê ber bi Bexdayê ve bi rê ket.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de bi Serokwezîrê Federal Mistefa Kazimî û berpirsên bilind ên Iraqê re dicive.

Armanca serdanê, guftûgokirina ji bo gihîştina çareseriyekê ji bo pirsgirêkên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de mane, li ser bingeha destûrê, bi taybet dosyeya petrol û gazê.