Sefîn Dizeyî: Di Kabîneya Nehem de me hewl da pêwendiyên me yên dostane bi welatên cîran re hebin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya derbasbûna sê salan di ser Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî di gotareke vîdyoyî de behsa giringtirîn kar û çalakiyên fermangehê dike.

Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî ragihand, di sê salên borî yên Kabîneya Nehem de, wan karên xwe li ser bingeha hêlên giştî yên karnameya hikûmetê kirin. Wek Fermangeha Pêwendiyên Derve, wan hewl da pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên cîhanê re berfiretir bikin û bi berçavgirtina berjewendiyên hevbeş û rêzgirtina dualî, wan tekezî li ser pêwendiyên dostane û baş ên bi welatiyên cîran re kir.

Diyar kir jî, wan di vê heyamê de karîn zêdetir ji hezar hevdîtin û civînên fermî bi şandên bilind ên welatan, balyoz, kunsol û berpirsên ajansên Netewên Yekgirtî re bikin. Her wiha wan beşdarî di hejmarek dîdar, merasîm û rojên welatan de kir û hejmarek korbendan bi protokolên taybet birêk xistin. Wek beşek ji şanda Iraqa federal de jî, wan karî komek hevdîtin û civînên giring bikin, bi taybet jî hevdîtina bi Serokê Amerîka Donald Trump re.

Sefîn Dizeyî destnîşan kir, wî wek Berpirsê Fermangeha Derve bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî re di çendîn hevdîtinên giring ligel serkirdeyên welatan û civaka navdewletî de beşdar bû. Herwiha got jî, me serdana Bexdayê kir û bi Wezîrê Derve, balyozên welatan, firaksiyonên Kurdistanî re civiyan, bi armanca bihêzkirina kar û hevahengiyê di navbera Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanêû Wezareta Derve ya Iraqa Federal de.

Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve da zanîn, di dema derketina pandemiya Koronayê de, li ser fermana Serokê Encûmena Wezîran wan karî zêdetir ji 2 hezar welatiyên ku li welatên cuda asê mabûn, bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê re û nêzîkî 550 welatiyên din jî bi riya firokeyên din ên Iraqê re bigihînin Herêma Kurdistanê.

Her wiha got: “Derbarê pirsa koçberên neyasayî yên li Yûnan û Belarusê de, wan hewl da wê pirsgirêkê çareser bikin ku mixabin hejmarek ji koçberan canê xwe ji dest dabûn. Me termê 16 koçberên di Kenala Îngilîz de xeniqîne û termê 12 koçberên din ji Yûnanê vegerandin Herêma Kurdistanê û ew gihandin malbatên wan û bi xakê hatin raspardin.”

Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve got: “Bêguman me hewl da pêwendiyên me yên asayî û dostane bi Îran û Tirkiyê re hebin, bi taybet di warê pêşxistina aborî û bazirganî de. Me zêdetir ji 2 hezar kompanyayên Tirkî û Îranî li Herêma Kurdistanê tomar kirin û rêjeya pevguhartina bazirganî jî zêde kir.”

Sefîn Dizeyî diyar kir, wan hezar û 700 xizmetguzariyên lojistîk pêşkêşî şandên dîplomatîk ên welatan û rêxistinên ser bi Netewên Yekgirtî ve kirine û serperiştiya karûbarên yasayî û pesendkirina zêdetir ji 40 hezar belgenameyên li derve û nava welat kirine. Her wiha wan sê caran serdana Parlamentoya Kurdistanê kiriye û bi Seroka Parlametoyê, Cîgirê Serokê Parlamentoyê û serok û endamên Komîteya Pêwendiyên Derve û Revenda Kurdistanî civiyane.