Serok Barzanî û Konsulê Rûsyayê guftûgoyan derbarê pêwendiyên dualî kirin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê kir û guftûgo derbarê pêwendiyên siyasî û aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kirin.

Baregeha Barzanî belav kir, Serok Barzanî îro 23ê Tîrmeha 2022an pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Oleg Levin kir ku bi boneya bidawîhatia erkên wî serdana Serok Barzanî kiribû.

Diyar kir jî, di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Rûsyayê spasiya Hikûmeta Herêmê û saziyên din Herêma Kurdistanê kir ku di heyama borî de hevkar û alîkar bûn ji bo cibicîkirina erk û karên wî. Her di vê civînê de, pêwendiyên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hatin guftûgokirin û tekezî li ser pêşvebirina wan pêwendiyan hate kirin.