Mesrûr Barzanî: Nexşerêyeke me ya destûrî ji bo çareserkirina pirsgirêkên 17 salan berdewam in heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî gihîşt Bexdayê ragihand, gelek babet hene gotbêjan li ser bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Xweşhal im ku vegeryame Bexdayê, gelek babet hene guftûgoyan li ser bikin, gelek babet hene ku em gotûbêjan li ser bikin, bi taybetî babetên ku me ji hev nêzîk dike û me ji hev cuda dixîne.”

Diyar kir jî: “Nexşerêyeke me ya destûrî ji bo çareserkirina pirsgirêkên me yên 17 salan berdewam in heye, çareserî jî di berjewendiya her du aliyan de ne û xizmeta hemû welat û Herêma Kurdistanê di nav de dike .”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de ligel Serokwezîrê Iraqê Misfeta Kazimî û berpirsên pilebilind ên Iraqê, îro gihîşt Bexdayê.

Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê belav kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de bi Serokwezîrê Federal Mistefa Kazimî û berpirsên bilind ên Iraqê re dicive. Armanca serdanê, gotûbêjkirina ji bo gihîştina çareseriyekê ji bo pirsgirêkên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bêçare mane li ser bingeha destûrê, bi taybet dosyeya petrol û gazê.”