Firokeyên Tirkiyê gundekî Duhokê bombebaran dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên Tirkiyê îro 23ê Tîrmehê sê caran gundê Meranê yê ser bi Duhokê ve bombebaran kir.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me li Duhokê, firokeyên Tirkiyê îro sê caran gundê Meranê yê nêzîkî çiyayê Garê bombebaran kir.

Gundê Meranê li nêzîkî çiyayê Garê ye û dikeve sînorê bajarokê Çemankê ye û 45 kîlometroyan li rojhilatê bajarê Duhokê dikeve.

Navçeyên çiyayî yên bajarokê Çemankê di dema borî de çend caran ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatibû bombebarankirin.