Mesrûr Barzanî û Kazimî li ser kûrkirina diyalogê ji bo çareseriya dosyeya petrolê li hev kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê ligel Serokwezîrê Federal Mistefa Kazimî civiya.
Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî li Bexdayê civiyan
Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî li Bexdayê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Tîrmeha 2022an li Koşka Hikûmî li Bexdayê ligel Serokwezîrê Federal Mistefa Kazimî civiya.

Di çarçoveya hevdîtinê de, guftûgo derbarê tevahiya dosyayên niştimanî û pirsên ku ji bo jiyana welatiyan giring in hatin kirin, herwiha pêşkêşkirina xizmetguzariyan û awayên berdewambûna hevkariya navbera Hewlêr û Baxdayê jî hatin gotûbêjkirin, bi wê arasteyê ku asayişa xwarekê ji hemû Iraqiyan re desteber be û jiyaneke serbilind ji wan re bê dabînkirin.

Her du aliyan bi tundî destdirêjiya Tirkiyê li ser xaka Iraqê şermezar kirin, bi taybetî êrîşa vê dawiyê ku bi sedema wê hejmarek welatiyên bêguneh bûn qurbanî. Tekezî li giringiya rêkeftina li ser nêrîneke yekgirtî ji bo rûbirûbûna êrişê û lêkolînkirina di sedemên wê de hate kirin, bi awayekî ku serweriya Iraqê biparêze û kar li ser bê kirin ji bo ku di pêşerojê de neyê binpêkirin.

Herwiha guftûgo derbarê hevahengiyeke ewlehiyê di navbera hêzên ewlehiyê yên federal û hêzên Pêşmerge de û girîngiya berdewamiya rûbirûbûna gefên DAIŞê û rêxistinên din ên terorê hatin kirin, ev jî ji bo dilniyabûn ku careke din nebin gef li ser asayişa Iraqê.

Her di vê hevdîtinê de rêyên çareserkirina kêşeyên aborî yên cîhanê û navçeyê û giringiya dirustkirina atmosfereke guncaw ji bo geşepêdana aborî hatin gotûbêjkirin û di vê çarçoveyê de tekezî li ser bihêzkirina mekanîzmayên hevkariyê û hevahengiya hevbeş di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê de ji bo baştirkirina hewaya karsaziyê, kişandina veberhêneran û zêdekirina dahatan hate kirin.

Di vê çarçoveyê de li ser kûrkirina diyalogên di navbera Wezareta Petrolê ya Federal û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî yên Herêmê de hate lihevkirin, ji bo çareserkirina kêşeyên hilawîstî, berdewamiya xebatên ji bo gihîştina çareseriyên hevbeş û bidestxistina rewşa pêkvejiyanê di warê birêvebirina dosyaya petrolê de, bi awayekî ku berjewendiya bilind a gelên Iraqê pêk bîne.

Di dawiya civînê de, Serokwezîrê Federalî tekez li ser girîngiya karkirina bi ruhê yektîmî û giringîpêdana bi tiştên hevbeş kir, bi awayekî ku ewlekarî, aramî û pêşveçûna gelên Iraqê ji bo hemû pêkhateyan pêk bîne.