Iraqê 200 gilî li ser Tirkiyê tomar kirin

Hikûmeta Iraqê careke din li ser êrîşa artêşa Tirkiyê bo ser havîngeha gundê Perexê yê li Zaxoyê, li Encûmena Niştimanî ya Navdewletî derbarê Tirkiyê de doz vekir.

Hewlêr (K24) – Artêşa Tirkiyê heta niha sê hezar car serweriya Iraqê derbas kiriye, ji ber vê yekê jî hikûmeta Bexdayê li Encûmena Asayîşa Navdewletî, 200 gilî li ser hikûmeta Enqerê tomar kirine.

Endamê Parlamentoya Iraqê Nehro Riwandizî ev zanyarî ji Kurdistan24ê re ragihand.

Hikûmeta Iraqê careke din li ser êrîşa artêşa Tirkiyê bo ser havîngeha gundê Perexê yê li Zaxoyê, li Encûmena Niştimanî ya Navdewletî derbarê Tirkiyê de gilî tomar kir.

Di wê êrîşê de ku bi çar topên 115 mm hat encamdan, 9 geştyarên naverast û başûrê Iraqê canê xwe ji dest dan û 32 geştyar jî birîndar bûn.

Biryar e roja sêşemê 26ê Tîrmehê, Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser giliyên hikûmeta Bexdayê bicive.

Êrîşa Tirkiyê ya li havîngeha gundê Perexê yê li Zaxoyê, karvendanên berfireh ên navxwe û navdewletî li pey xwe anî û roja şemiyê 23ê Tîrmehê, civîneke neasayî ya Parlamentoya Iraqê bi amadebûna wezîrên derve û berevaniyê birêve çû.

Wezîrê Berevanî yê Iraqê Cume Înad di civînê de diyar kiribû, nêzîkî 100 binke û xalên serbazî yên Tirkiyê li nav axa Iraqê hene.

Wezîrê Berevanî jî bi awayekî eşkere gotibû: “Şiyana me ya leşkerî ji bo rûbirûbûna Tirkiyê tune ye, rêya çareseriyê tenê rêya dîplomasiyê ye.”

Herwiha daxwaz kiribû ku çekdarên PKK û artêşa Tirkiyê bi hev re ji axa Iraqê vekişin û hemû rêkeftinên elwehiyê jî ligel Tirkiyê werin betalkirin.