“Ciwanên Şoreşger” zarokeke din a 14 salî revand

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser ve ji berî hefteyekê ve zarokeke din a 14 salî ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandiye û ew birin navendeke leşkerî. 

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrê ragihand, keça 14 salî Emîra Xalid Şêxo roja 17/7/2022 li taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji aliyê Tevegra Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û ji bo navendeke leşkerî hatiye birin.

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir, Emîra Xalid Şêxo ji gundê Qasim ê navçeya Raco ya Efrînê ye û bi malbata xwe re koçberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê bûye.

Ji dema dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 300 hezar kes ji Efrînê koçber bûn û hejmarek mezin ji wan li herêma Şehba ya li bakurê Helebê û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi cih bûn.

Malbatên zarokên revandî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekbûyî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.