Tacikistanê 146 jin û zarokên çekdarên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê wergirtin

Balyozê Tacikistanê yê li Kuwêtê 42 jin û 104 zarokên çekdarên DAIŞê wergirtin
Zarokeke Tacikistanî di dema radestkirina bo şanda Tackikistanê– Wêne: AFP
Zarokeke Tacikistanî di dema radestkirina bo şanda Tackikistanê– Wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser 146 jin û zarokên çekdarên DAIŞê ji kampên li Rojavayê Kurdistanê radestî Tacikistanê kirin.

Li gorî nûçeya ajansa “France Press”, Şandeyeke ji Tacikistanê bi serkêşiya Balyozê Tacikistanê yê li Kuwêtê Zabidullah Zabidov serdana Rojavayê Kurdistanê kir û Desteya Têkiliyên Derve yên Rêveberiya Xweser, 42 jin û 104 zarokên malbatên DAIŞ’ê yên Tacikistanî ku li kampên Roj û Holê diman, radestî şandeyê kirin.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener El-Giêt di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, piştî mehekê ji danûstandinan ew zarok û jinên DAIŞê radestî Balyozê Tackikistanê yê Kuwêtê hate kirin.

Balyozê Tackikistanê yê Kuwêtê Zabidullah Zabidov jî got: “Demek e, Tacîkistan hemû tedbîr û rêkarên pêwîst ji bo vegerandina van jin û zarokan bo Tacîkistanê, bi hevahengiya li gel aliyên pêwendîdar, wergirtine.”

Tekez kir jî ku balyozxaneya welatê wî li Kuwêtê ji kar ji bo vegerandina welatiyên Tacîk jin û zarokên, ku niha li kampên Hol û Roj in, dike.”

Kampa Holê li bajarê Heseke, yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Rêveberiya Xweser çendîn car in dibêje ku rewşa kampa Holê pêwîstiya wê bi destêwerdaneke navdewletî heye û divê welatên cihanê welatiyên xwe ji kampê vegerînin welatên xwe.

Human Rights Watch hebûna texmîn dike zêdetir ji 41 hezar biyaniyên ji netewên cuda ku piraniya wan zarok in, di zindan û kampên Rêveberiya Xweser de ne.