"Di navbera Erebistan û Îranê de dê lûtkeya Bexdayê birêve biçe"

Îranê pêşwazî li daxwaza Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman a li ser encamdana gotûbêjên rasterast ên navbera herdu welatan kir.
Wezîrên Derve yên Erebistana Siûdî û Îranê
Wezîrên Derve yên Erebistana Siûdî û Îranê

Hewlêr (K24) – Îranê pêşwazî li daxwaza Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman a li ser encamdana gotûbêjên rasterast ên navbera herdu welatan kir û rola Iraqê jî di vê navbeynkariyê de girîng hat dîtin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî îro duşemê 25ê Tîrmehê di civîneke çapemeniyê de ragihand, çendîn gerên gotûbêjan di navbera Tehran û Riyadê de birêve çûn, ku Bexdayê mazûvaniyê kir.

Nakir Kenanî eşkere kir, encamên gorûbêjan baş in û her du aliyan ji bo encamdan û berdewambûna hevdîtinan hander in.

Kenanî diyar kir: “Piştî birêveçûna lûtkeya Riyadê, Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên ligel Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahyan pêwendiyeke telefonî encam da û naveroka lûtkeyê jê re ragihand.”

Herwiha destnîşan kir: “Wezîrê Derve yê Iraqê di pêwendiya telefonî de ji Ebdullahyan re ragihand, Şahzadayê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman ji bo encamdana gotûbêjên rasterast ligel Tehranê (li Bexdayê) amadebûna xwe nîşan daye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê eşkere kir: “Ji ber amadebûna herdu welatan ji bo encamdana gotûbêjan, bi rêya destpêşxeriyeke Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, gotûbêjên rasterast di navbera Îran û Siûdiyê de li Iraqê dest pê dike.”

Hefteya derbasbûyî, Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên ragihandibû, Bexda amadekariyê ji bo encamdana lûtkeya Bexdayê dike, ku ji bo gotûbêja rasterast a navbera herdu wezîrên derve yên Îran û Erebistana Siûdî ye.

Pêwendiyên navbera van herdu welatan ji sala 2016an ve têk çûye, ku wê demê xwepêşanderên Îranê êrîş kirin ser ofîsa dîplomasiyê ya Siûdiyê ya li Tehranê, ji ber ku Riyad 47 welatiyên Îranê bi tohmeta pêwendiyan wan bi terorê heye, bidarve kiribû, di nav wan de Nemr Baqir El Nemr ku ji ber gotarên xwe malbata Al Siûdî nîgeran kiribû.