Encûmena Asayîşa Navdewletî êrîşa li ser Zaxo şermezar kir

Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî: Em piştgiriya desthilatdarên Iraqê ji bo pêkanîna lêkolînan derbarê vê êrîşê de dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî bi tundî êrîşa li ser navçeya geştyariyê ya Zaxo li parêzgeha Dihokê hatibû kirin şermezar kir û ragihand, ew piştgiriya desthilatdarên Iraqê ji bo pêkanîna lêkolînan derbarê vê êrîşê de dikin.

Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî duhî Duşemê derbarê êrîşa li ser navçeya geştyariyê ya Zaxo de ku di encamê de 9 sivîlên ji navarast û başûrê Iraqê hatin kuştin û zêdetir ji 25 sivîlan jî birîndar bûn, daxuyanî da.

Iraqê hêzên Tirkiyê bi wê êrişê tometbar kir, lê Enqerê ev yek red kir û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi wê yekê tometbar kir.

Di daxuyaniya Encûmena Asayişa Navdewletî de hat ragihandin, endamên Encûmena Asayişa Navdewletî hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan û Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê re nîşan didin û hêviya başbûna bilez û temam ji bo birîndaran dixwazin û piştgiriya desthilatdarên Iraqê ji bo pêkanîna lêkolînê derbarê bûyerê de dikin.

Li gorî daxuyaniyê, endamên Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz ji hemû welatên endam dikin ku bi awayekî çalak ligel Hikûmeta Iraqê û hemû dezgehên din ên pêwendîdar ji bo piştgirîkirina van lêkolînan, hevkariyê bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin jî: “Endamên Encumena Asayişa Navdewletî piştevaniya xwe bo serxwebûn, serwerî, yekîtî, yekparçeyiya ax, proseya demokratîk û geşbûna Iraqê dubare dikin.”

Navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi berdewamî rastî bombebarana Tirkiyê tên. Enqere dibêje ku ew çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike armanc.

Şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de gelek caran dibe sedema kuştin û birîndarbûna gundiyan û ziyanên mezin digihîne mal û milkên wan.