Şandeke bilind a ewlehiya Iraqê serdana Zaxo dike

Şande ji bo nirxandina rewşa ewlekariyê ya li ser sînorê Iraq-Tirkiyê, serdana Zaxo dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê îro Sêşemê di daxuyaniyekê de ragihand, şandeke bilind a ewlehiyê gihîşte Zaxo.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şanda ewlekariyê ya bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş General Ebdul Emîr El-Şemmarî û Cîgirê Supasalarê General Qeys El-Mihemedawî û Fermandarê Hêzên Asayîşa Sînor gihiştin Zaxoyê.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Şande ji bo nirxandina rewşa ewlekariyê ya li ser sînorê Iraq-Tirkiyê, serdana herêma Batûfa kir.”

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, şanda ewlehiyê ya Iraqê şeva borî bi helîkoptereke taybet gihîşt Kolîja Serbazî ya Zaxo.”

Destnîşan kir jî, şanda Iraqî ligel Wezareta Pêşmerge ji bo nirxandina kêmasiyên li ser sînor û binpêkirinên Tirkiyê, serdana xalên sînorî dikin.

Roja 20ê Tîrmehê navçeyeke geştiyariyê li gundê Perezê yê Zaxo hatibû topbarankirin, di encamê de jî 9 geştiyarên ji navarast û başûrê Iraqê hatibûn kuştin û zêdetir 25 geştiyaran jî birîndar bûbûn.

Vê topbaranê li asta herêmî û navdewletî karvedanên berfireh li pişt xwe anîn. Li kolanên Iraqê rastî hêrseke berfireh hat û nerazîbûnên navdewletî jî hebûn.