Mêşvanên zozanên Şirnexê hewla berhemanîna hingivê organîk didin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Zozanên ser bi navçeya Elkê ya Şirnexê ve mêşvan berhemanîna hingivê organîk dikin. Mêşvan dibêjin; ew 7 mehan li deşt û zozanan ji bo berhemanîna hingiv dixebitin. Mêşvan tînin zimên ku; ew bi ked û zehmeteke zêde hingivî digihînin bazarê lê belê hingivê wan li bazarê nirxê pêwîst nabîne. 

Ev der Zozanên Berê Derya ne, ku di quntara Çiyayê Kato yê navçeya Elkê ya Şirnexê de cih digire. Ev zozan ji aliyê gul û giyayan û avê ve dewlemend e. Li ser van zozanên ji bilî xwedîkirina pezî mêşvanî jî tê kirin. Fatma Ordek jî bi salan e li seranserê van zozanan mêşvaniyê dike. Ew dibêje; jin jî wekî mêran bi asanî dikarin mêşvaniyê bikin.

Mêşvan Fatma Ordek ji K24ê re got: “Ez ji vî karî gelekê hez dikim û dixwazim pêşvetir bibim lê belê derfetên me kêm in, riyên me nexweşin, em bi zehmetî tên û diçin. Ez dixwazim jin jî vî karî bikin. Em jî mêşê baş nas dikin, em dizanin kengê zêde didin, çima nexweş dibin, çi pêwîstiyên wan hebin em dizanin.”

Mêşvan, ji destpêka Biharê heta pehîzê li ser van zozanan dimînin. Mêşhingiv li ser kulîlk, giya û ava zozanan digere hingiv çêdike. Mêşvan dibêjin; hingivê van zozanan bi tam û bêhna xwe qalîteya xwe nîşan dide.  Mêşvan heta ku mêşan ji deştê dibin zozanan û ji zozanan jî vedigerînin deştê zehmeteke mezin dibînin û mesrefeke zêde dikin.

Mêşvan Mele Hiznî Mete dibêje: “Ji bo ku bihêz bibin em li deştê di heyva adar û heta nîvê heyva nîsanê de şekir didine. Bawer bikin em li zozanan hîç tiştekê din nadinê. Li çiyayên me; Kato û Kelmehmet Daxî de hemû cûreyên kulîlk û giyayan heye. Mêş çi bîne ew e. Hingivê vê herêmê yê heqîqî ye.”

Mêşvan Enwer Kulter diyar dike: “Em vê qeznaxa vala datînin sindoqa mêşê de û ew bi xwe dest bi çêkirina hingiv dike. Em jî vî hingivî pehîzê dibirîn û kom dikin û dibin li deştê difiroşin welatiyan.”

Mêşvaniya li bajarên Bakur ji aliyê Wezareta Cotkarî û Ajeldariyê ve tê piştgirî kirin. Lê belê ew rexneyan li rêveberên rêxistinan mêşvaniyê dikin û dibêjin; piştgiriya pêwîst ya dermanan nagirin. Li zozanên Şirnexê salê 7-8 ton hingiv tên berhemanîn.