4 helbestvanên jin ên Kurd berhemên xwe Mala Kurdî li Haarlem xwendin

Navenda Nûçeyan (K24) – Mala Kurdî li bajarê Haarlem ê Hollandayê çalakiyek di bin navê “Her Tişt Bi Kurdî Xweş e” li dar xist û tê de 4 helbestvanên jin ên Kurd berhemên xwe xwendin.

Mala Kurdî li Haarlem bi awayekî fermî ji aliyê Hikûmeta Hollandayê hatiye naskirin û piştgiriyê li çalakiyê wê dike. Piştî du salan ji rawestandina ji ber belavbûna Koronayê, niha ew careke din dest bi proje û çalakiyên xwe dike, ji bo paşerojê jî çendîn proje di bernameya wê de hene.