Wezîrê Samanên Sirûştî: Ji berpirsatiya hikûmeta Iraqê ye rêgiriyê li kiryarên teroristî bike

Wezîrê Samanên Sirûştî yên Herêma Kurdistanê bi wekalet: Ew projeya êrîş lê hatiye kirin, sûda wê ji bo tevahiya Iraqê heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Samanên Sirûştî yên Herêma Kurdistanê ragihand, ji berpirsatiya hikûmeta Iraqê ye lêkolînê di kiryarên teroristî de bike û rêgiriyê lê bike.

Wezîrê Samanên Sirûştî yên Herêma Kurdistanê bi wekalet Kemal Mihemed di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Armanca van kiryara teroristî, têkdana ewlehiya Herêma Kurdistanê û projeyên li Herêma Kurdistanê tên kirin e. Em van êrîşan şermezar dikin û ew neyin qebûlkirin.”

Got jî: “Me berê ev pirs bi Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Petrola Iraqê re gotûbêj kirine. Ji berpirsatiya hikûmeta Iraqê ye lêkolînê di van kiryarên teroristî de bike û rêgiriyê lê bike.”

ew projeya ku êrîş lê hatiye kirin, sûda wê ji bo tevahiya Iraqê heye û beşek ji elektirîka li kêlgeha gazê ya Kormorê tê berhemanîn, ji bo Iraqê ye.

Ev daxuyaniya Wezîrê Samanên Sirûştî bi wekalet piştî wê tê, şeva borî 25ê Tîrmeha 2022an bi mûşekên katyoşa êrîş li kêlgeha gazê ya Kormorê hat kirin, bêyî ku ti ziyanên canî hebin.

Mehek beriya niha, roja 25ê Hezîrana 2022yan jî bi mûşekan êrîşî kêlgeha gazê ya Kormorê hatibû kirin, piştre Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Samanên Sirûştî Kemal Mihemed, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û hejmarek rayedarên din ên Hikûmeta Herêmê serdana kêlgehê kirin û biryar hat dayîn, li derdora kêlgehê hêzên zêdetir werin bicihkirin.

Kêlgeha gazê ya Kormorê ku di sala 2007an de hatiye damezrandin, dikeve sînorê nahiya Qadir Kerem a ser bi navçeya Çemçemal a Silêmaniyê. Kompaniyên Dana Gas û Hîlala Îmaratî veberhênanê tê de dikin.