Ruhavîoglu: Divê pirsa Kurd bi rêya siyaseta sivîl were çareserkirin

"Gelê Kurd û gelê Tirkiyê dibîne ku çek li hember têkoşîna mafên Kurdan problemê çêdike."
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Rêveberê Navenda Xebatên Kurdî Reha Ruhavîoglu li ser banga Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş a li ser çareserkirina pirsa Kurd diyar kir: “Ev bang û axaftina Selahattin Demirtaş axaftineke baş e û divê çek ji qada siyasetê vekişe û qada siyasetê bi awayekî sivîl bimîne.”

Reha Ruhavîoglu ji bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser banga Selahattin Demirtaş got: “Zêdetirî 200 kesî piştgirî dane daxuyaniya Selahattin Demirtaş, ji ber ku li Tirkiyê siyaset xitimiye ku pirsgirêkên zêdetir ji pirsa Kurd derdikeve, pirsa Kurd jî li Tirkiyê berxwedaneke çekî û ya legal heye, ev herdu hinek tevlihev bûne, lê divê li Tirkiyê ev tişt zelal bibe."

Ruhavîoglu diyar kir: “Banga Selahattin Demirtaş jî dibêje, divê pirsa Kurd bi rêya siyaseta sivîl a legal bimeşe û qada siyaseta sivîl firehtir bibe. Em jî dibêjin ev bang û axaftina Selahattin Demirtaş axaftineke baş e û divê çek ji qada siyasetê vekişe û qada siyasetê bi awayekî sivîl bimîne.”

Li ser pirsa "Gelo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşwaziyeke çawa ji bo vê banga Demirtaş dike?", Reha Ruhavîoglu diyar kir, çend roj beriya banga Selahattin Demirtaş, kongreya HDPê li Enqerê hebû, wan jî hinek esasên nû li ber xwe danîne, ew jî hewl didin ku HDP roleke zêdetir werbigre û got: “Mîthat Sancar û Pervîn Buldan piştgiriyê didin axaftinên Selahattin Demirtaş û ew jî dibêjin pêwendiya HDP bi PKKê re tune ye.”

Herwiha destnîşan kir: “Li Tirkiyê ev siyaset bi çekan nayê meşandin. Îro ji 2015an ve, gelê Kurd û gelê Tirkiyê dibîne ku çek li hember têkoşîna mafên Kurdan problemê çêdike.”

Rêveberê Navenda Xebatên Kurdî Reha Ruhavîoglu dibêje: “Em lêkolînan dikin, li Tirkiye û li Bakurê Kurdistanê, Kurd dixwazin ku HDP û Selahattin Demirtaş bi siyaseteke sivîl nûnertiya wan bikin, dixwazin ew vî barî bidin ser pişta xwe, çek ji navberê derkeve.”