Li Diyarbekirê pêketina Koronayê zêde dibe

Pêketina vîrusa Koronayê (Covid-19) careke din di zêdebûnê de ye.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê vîrusa Koronayê (Covid-19) careke din di zêdebûnê de ye û bi vê yekê ve girêdayî kesên bi gumana ketina Koronayê serî li nexweşxaneyan didin jî li ber xalên pişkinînê dibin rêz û xalên nû yên pişkinînê jî tên danîn.

Li Diyarbekirê mehek e vîrusa Koronayê bi awayekî bênavber di zêdebûnê de ye û heta li gorî daneyên Jûra Bijîşkên Diyarbekir hefteyek berê %50yê testên dihatin kirin pozîtîf derdiketin û niha ev rêje %50yê jî zêdetir e.

Bijîşk balê dikşînin ku li nexweşxaneyên mezin di beşên lezgîn ên Covid-19ê de rêjeya tijebûnê %50yî jî zêdetir e ku  sedema sereke  jî ew e ku civak dest ji bergiriyan  berdide û wekî ku pandemî bi dawî bibe tevdigere.

Berpirsê Beşa Lezgîn a Covid-19 ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê Ahmet Boçkun ji K24ê re diyar kir: “Li gorî daneyên em ji hevkarên xwe berhev dikin zêdebûneke xeternak li Diyarbekirê heye. Me ji Wezareta Tendirustiyê dane xwestin lê ji me vedişêrin, gerînendehiya tendirustiya bajêr jî qebûl dike zêdebûn heye lê daneyan nadin. Divê bergiriyên nû werin ragihandin.”

Nûnerên tendirustkaran didin zanîn ku wan hewil dane ku daneyên vîrusa Koronayê yên Diyarbekir bi dest bixin, lê ji wan tê veşartin û Jûra Bijîşkan a Diyarbekir dibêje her çiqas Wezareta Tendirustiyê gotibe pêwîstî bi bergiriyên nû nîne, divê bergiriyên nû werin ragihandin.

Bijîşk diyar dikin ku varyanta beriya niha omîcronê di nîşaneyan de windabûna tama dev û standina bêhnê derdiket pêş lê varyanta niha ya bi navê BA 5 de êşa qirikê derdikeve pêş û bang tê kirin ku bila teqez yên xwedî maf in vaksînê li xwe bidin.

Di hewşa Nexweşxaneya Selahedîn Eyyubî de ji ber serîlêdana zêde ya testan 3 xalên nû yên pişkinînê hatine danîn da ku bersiva serîlêdana were dayîn.