Hêzên Tirkiyê Til Rifet da ber topan.. 5 kes birîndar bûn

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, Til Rifet û derdora bi zêdetir ji 50 topî kirin armanc.
Til Rifet
Til Rifet

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, şeva borî bajarokê Tel Rifatê û gundên derdora wê, navçeya Şêrawa yên Efrînê dan ber topan.

Lê gor jêderên xwecihî, şeva borî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, Til Rifet û derdora wê, Meranaz û Şêx Îsa dan ber topan û zêdetir ji 50 topî li wan deveran ketin.

Li gorî agahiyan, di encama topbaranê de 5 welatiyên sivîl birîndar bûne, yek ji wan bi giranî birîndar bûye, piştre ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên bajarê Helebê hatiye veguhestin û ziyaneke mezin gihîştiye mal û milkên xelkê.

Ev yek di demekê de ye, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, duhî du leşkerên wan li bakurê Sûriyê di êrişeke YPGê de hatin kuştin.

Di wê derbarê de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, baregeha leşkerî ya Tirkiyê li gundê Kelcibrînê ji herêmên di bin kontrola HSD/YPG û rêjîma Sûriyê de li gundewarê bakurê Helebê, hatibû topbarankirin.

Du meh in Tirkiyê destpêkirina opoerasyoneke nû ya leşkerî li Til Rifet û Minbicê dixwe û hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du hermênan kom kirine û bi awayekî berdewam wan deveran topbaran dike.