Çavkaniyên Munzûrê xaleke sereke ya serdana bawermend û geştiyaran e

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Dêrsîmê Çavkaniyên Munzûrê her çiqas dûr bin jî, her tim xaleke sereke ya serdana bawermend û geştiyaran e. Ji ber wan taybetiyên xwe jî, ji bo parastina wê deverê, hewildorî li gor geşt û gerê hatine dirust kirin û li vê xalê seyran hatine qedexekirin.

Li gor efsaneya Çavîkaniyên Munzûrê, di navbera şivanekî bi navê Mûnzûr û axayê wî de bûyerek diqewime û dema ku şivan dimeşe; ji sîtila wî şîr dirije û her ciyekî ku dilopên şîr lê dikeve, av jê diherike û di encamê de jî, ev dîmenên taybet û xweş peyda dibin.

Semîh Akbayir, ji Meletiyê hatiye û tîne ziman ku wî gelek caran guhdariya çîroka Mûnzûrê kirî ye ku hem bi çîroka xwe, hem jî bi xwezaya xwe balkêş e.

Geştiyar Semîh Akbayir dibêje: “Eb yekem car e ku têm vê derê. Lê hem malbata min, hem jî kesên ku serdana çavîkanîyên Mûnzûrê kirbûn, gelek behsa vê derê dikirin. Min jî li dergahê mumika xwe pêxist û niha jî em li dîmen û bergên xweş yên vê derê digerin. Bi rastî jî ciyekî taybet e û hêjayî serdan û dîtînê ye.”

Canan Kok jî ji Dêrsîmê ye û wiha behsa serdana xwe dike: “Em ji zarokatîya xwe ve, çîroka Duzgun Baba û Mûnzûr Baba dizanin û gohdarî dikin. Di demên berê de, zêdetir ji bo dia û ayînên olî serdana vê derê hatiye kirin. Niha jî kesên ku bi wê mebestê jî tên hene, lê welatî zêdetir ji bo geştê tên vê derê.”

Çavîkaniyên Mûnzûrê teqrîben 80 km ji Dêrsîmê dûr in û rêyên wê jî şiverê ne, lê serdan û geştên welatiyan her berdewam in.

Memdûh Dînar jî ji Diyarbekirê bi hevalên xwe re hatiye serdana çavîkanîyên Mûnzûrê.

Geştiyar Memdûh Dînar dibêje: “Em ji Amedê ji bo festivalê hatibûn, lê festival hat betal kirin. Qedexebûna festivalê me xemgîn kir, lê Dêrsîn pir xweş e û em jê hez dikin. Vê derê ku serê kaniyan jê re dibêjim jî zaf xweş e.”