Serok Barzanî: Divê bernameyên hikûmeta bê ya Iraqê li ser “sê prensîban” bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ligel Balyozê Brîtanya li Iraqê de civiya û guftûgo li ser rewşa siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de kirin.
Baregeha Barzanî ragiahnd, Serok Mesûd Barzanî îro 27ê Tîrmehê 2022an pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson û şanda pê re kir.
Diyar kir, di civînê de dawî pêşhatên meydana siyasî ya Iraqê û babeta serokomar û serokwezîrê bê yê Iraqê hatin guftûgokirin. Derbarê proseya siyasî ya Iraqê û hikûmeta bê de, tekezî li wê hate kirin ku divê bernameyên hikûmeta bê li ser bingeha destûr û li gor prensîpên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê bin.
Da zanîn jî, Balyozê Brîtanya derbarê topbarana navçeyên sînorî yên Zaxoyê de got, welatê wî piştevaniyê li aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.
Civîna Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya di demekê de ye, roja 25ê vê mehê Çarçoveya Hevahengiyê ya aliyên Şîe ragihandibû ku kandîdê wan ji bo postê serokwezîrê bê yê Iraqê Mihemed Şeya Sûdanî ye.