Pezkûvî di çanda Dêrsîmê de pîroz in

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li germava Baxîn a ser bi Mazgîrt a navçeya Dêrsîmê ve, welatî û pezkûvî hevdû dibînin, welatî ji bo şîfayê, pezkûvî jî ji bo şorika ku li ser keviran çêdibe û vexwarina avê tên.

Germava Baxînê wek xala mirov û xweşiyên ji sirûştê ye. Lê bi taybet, welatiyên ku ji bo şîfayên germavê tên, dema ku sî dadikeve ser gelî, li bermaberî xwe pezkuvîyan dibînin û vê derê wek ciyekî dîtin û dîmengirtina pezkuvîyan jî tê nasîn.

Hekkî Çagindir ji Mazgîrtê ye, lê ji sala 1978’an ve ji welatê xwe derçûye û yekem car e ku dîsa vegeriya ye. Hekkî tîne ziman ku ji ber pêkutî û polîtîqayên ewlehiyê nerîhetî hene, lê hezkirina her giyanekî û xwezayê, çanda ku naguhêre ya Dêrsîmê ye.

Hekkî Çagindir ji K24ê re got: “Ji 40 salî zêdetir e ku ez nehatibûm welatê xwe. Ev 10-15 roj in hatime. Îro jî em bi malbatî îro hatin vê derê germavê. Em çand roj berê jî çûbûn Qereqoçanê me nas û dostan dît. Me bi heval û hogirên hêja re hev dît. Gelek sal e ku ez ji welêt dûr im, lê di çanda me de, hezkirina ajalan heye, kes dest nade wan û nakuje. Yanî di çanda vê derê de, kuştina pezkûviyan guneh e.”

Sûltan Cevhîr jî bi malabatî hatine germavê û balê dikşîne ku pezkûvî di çanda wan de pîroz in.

Sûltan Cevhîr dibêje: “Pezkûvî di jiyana me de tebarik e (pîrozî ye), yanî bi tu awayî nabe ku destêwerdan lê bê kirin. Em her carê tên, hêvî dikin ku pezkûvî hebin û em bibînin. Em ji wan pir hez dikin. Li gundê me jî hene, gelek tên gund^eme jî. Lê yên biyanî tên li wan didin û wan dikujin, wê demê cîgerên me jan didin. Dema pezkûvî tên nav malan, em bi firaqan avê didin devên wan. Dema ku wek garan dakevin ser rêyan, carina 50 carina sed hebin. Erebe radiwestin heta ku ew derbas bibin, hêj rêya xwe berdewam dikin.”

Li Dêrsîmê her xalekî, xwedî taybetmendîyekê ye. Germava Baxînê jî, ciyê ku pezkûvî lê serdan dikin e. Bi taybet di demjimêrên berê êvarê de, tên û li hember, ciyên şorik dialêsin û dema tî dibin jî dadikevin avê vedixwin.