Hinardeya genimê Ukraynayê dest pê kir

"Zêdetirî 25 milyon ton genim li benderên Ukraynayê hene."
Genimê Ukraynayê hinardeyî cîhanê tê kirin
Genimê Ukraynayê hinardeyî cîhanê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Navenda Hevahengiya Hevbeş a li Stenbolê ji bo hinardeya genimê Ukraynayê hat vekirin û dest bi karên xwe kir.

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar li Stenbolê di dema vekirina navendê de ragihand, Neteweyên Yekbûyî serperiştiya Navenda Hevahengiya Hevbeş a li Stenbolê dike û vekirina vekirina vê navendê ji bo asayîşa xureka cîhanê girîng e.

Hulusi Akar diyar kir, zêdetirî 25 milyon ton genim li benderên Ukraynayê hene û navend ji sê benderên Ukraynayê garantiya hinardeya genim dike. Hinardekirina genim jî weke werçerxaneke girîng a ji bo asayîşa xureka cîhanê bi nav kir.

Akar destnîşan kir, proseya hinardekirinê dê 120 roj be û ji sê benderên Ukraynayê dê werin hinardekirin.

Ev di demekê de ye ku ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê bihayê genim ji destpêka îsal ve bi awayekî berçav bilind bûye, sedema wê ya sereke jî, rawestana hinardeya genimê Ukraynayê bû.

Roja îna borî, Rûsya û Ukraynayê li Stenbolê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî rêkeftinek îmze kirin, ku armaca wê, hêsankirina gihîştina dexlûdanên Ukraynayê bo bazarên cîhanê ye, lê belê rojek piştî rêkeftinê, Bendera Odessa ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hat armanckirin, Wezîrê Derve yê Rûsyayê jî di daxuyaniyekê de ragihandibû, di rêkeftina dexlûdanê de ku Rûsyayê îmze kiriye, ti bendekê tune ye ku nehêle Moskow êrîşî jêrxana serbazî ya Ukraynayê bike.