Tirkiyê li dijî êrîşa konsulxaneya xwe ya li Mûsilê bertek nîşan da

“Em çaverê dikin ku desthilatdarên Iraqê, berpirsên êrîşa astnizm a ser konsulxaneya me ya li Mûsilê siza bidin.”

Hewlêr (K24) – Tirkiyê li ser êrîşa mûşekî ya şeva borî ya li ser konsulxaneya welatê xwe ya li bajarê Mûsilê bertek nîşan da.

Wezareta Berevanî ya Tirkiyê îro çarşemê 27ê Tîrmehê ragihand: “Em çaverê dikin ku desthilatdarên Iraqê, berpirsên êrîşa astnizm a ser konsulxaneya me ya li Mûsilê siza bidin.”

Konsulxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê şeva borî bi 4 guleyên Hawinan hat topbarankirin.

Konsulxaneya Tirkiyê li Mûsilê di daxuyaniyekê de ragihand, şeva borî konsulxane bi 4 guleyên Hawinan hat armanckirin û Konsulê Giştî Mehmet Kuçuksakalli û tîma konsulxaneyê selamet in.

Ev di demekê de ye, piştî topbarana navçeya geştiyariyê ya gundê Perexê li Zaxo ji aliyê topxaneya Tirkiyê ve û kuştina 9 geştiyaran û birîndarbûna zêdetirî 30 kesan, li asta herêmî û navdewletî karvedanên berfireh li pey xwe anîn. Li kolanên Iraqê rastî hêrsekê û nerazîbûnên berfireh hat.