Washington: Encama pişkinîna Biden negatîv derket

Koşka Spî ya Amerîkayê ragihand, piştî pênc rojan ji wergirtina tedawiyê, encama pişkinîna Joe Biden negatîv derket.
Serokê Amerîkayê Joe Biden
Serokê Amerîkayê Joe Biden

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Spî ya Amerîkayê ragihand, piştî pênc rojan ji wergirtina tedawiyê, encama pişkinîna Joe Biden negatîv derket.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ji ber pêketina vîrusa Koronayê (Covid-19) pênc roj kete karantînayê û piştî derketina encama pişkinîna wî, ku negatîv bû, êdî Joe Biden dikare vegere ser karê xwe.

Bijîşkê Serokatiya Amerîkayê Dr. Kevin O'Connor ragihand, şeva borî û vê sibê, du car test bo Biden hatin kirin û herdu caran jî encamên wan negatîv bûn.

Dr. Kevin O'Connor eşkere kiriye, Serokê Amerîkayê Joe Biden dikare derkeve derve û êdî li karantînayê nemîne.

Beriya niha hatibû ragihandin ku Joe Biden ji 21ê vê mehê ve bi Koronayê (Covid-19) ketiye.