Kazimî bo xwepêşanderan: Ji Parlamentoya Iraqê derkevin

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yê Iraqê Mistefa Kazimî peyamek arasteyî xwepêşanderên ser bi Tevgera Sedir kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yê Iraqê Mistefa Kazimî daxwazê ji xwepêşanderên Tevgera Sedir kir, ji avahiya Parlamentoya Iraqê derkevin.

Îro xwepêşanderên Tevgera Sedir bi amûrên bilinkirinê, li ber çavên hêzên ewlehiyê, berbestên kevir rakirin û ketin nav Devera Kesk.

Piştre xwepêşanderan avêtin ser avahiya Parlametoya Iraqê û ketin hundir.

Mistefa Kazimî di daxuyaniya xwe de daxwaz kir ku xwepêşander bilez ji avahiya parlamentoyê derkevin û got, parlamento nûnertiya desthilata gel û yasayan dike.

Ev cara duyem e ku îro Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê xwepêşanderan de daxuyaniyê dide.

Beriya niha jî Mistefa Kazimî peyamek arasteyî xwepêşanderên ser bi Tevgera Sedir kir.

Mistefa Kazimî diyar kir: “Em ji xwepêşanderan daxwaz dikin, pabendî aştiya birêveçûna xwepêşandanan bibin û mal û milkê giştî û taybet biparêzin.”

Kazimî daxwaz kir ku demildest ji Devera Kesk derkevin û hêzên ewlehiyê jî raspartiye ku rewşa giştî li gor ferman û rênimayan biparêzin.

Herwiha eşkere kiriye, hêzên ewlehiyê pabend in bi parastina saziyên dewletê û nûnerên navdewletî û rêgirî li her kiryarekê ku zirarê digihîne asayîş û sîstema giştî ya welat, dikin.

Îro alîgirên Tevgera Sedir dest bi xwepêşandanê kirin û dijayetiya xwe ji bo namzedê Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan bo postê Serokwezîrê Iraqê nîşan didin.

Çarçoveya Hevahengiyê, Mihemed Şiya Sûdanî weke namzedê serokwezîriyê destnîşan kiriye.