Sedir bo xwepêşanderan: Du riket nimêj bikin û vegerin mala xwe

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek arasteyî xwepêşanderên alîgirên tevgera xwe kir.
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir

Hewlêr (K24) – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek arasteyî xwepêşanderên alîgirên tevgera xwe kir û got: “Tiştê rûdide şoreşa çaksazî û redkirina gendeliyê ye.”

Muqteda Sedir ji xwepêşanderan re got: “Peyama we gihîşt, bêguman we kesên gendelkar bizdandin.”

Sedir ji xwepêşanderan re ferman da, du riket nimêj bikin û bi silametî vegerin mala xwe.

Li gor lipeyçûnên medyayî, Muqteda Sedir bi rêya xwepêşandana îro peyameke nû gihande Çarçoveya Hevahengiyê, weke nîşandana wê yekê ku nikarin hewldanên xwe yên pêkanîna kabîneya hikûmetê bi ser bixin.

Îro xwepêşanderên Tevgera Sedir bi amûrên bilinkirinê, li ber çavên hêzên ewlehiyê, berbestên kevir rakirin û ketin nav Devera Kesk.

Piştre xwepêşanderan avêtin ser avahiya Parlametoya Iraqê û ketin hundir.

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yê Iraqê Mistefa Kazimî daxwazê ji xwepêşanderên Tevgera Sedir kir, ji avahiya Parlamentoya Iraqê derkevin.

Mistefa Kazimî diyar kir: “Em ji xwepêşanderan daxwaz dikin, pabendî aştiya birêveçûna xwepêşandanan bibin û mal û milkê giştî û taybet biparêzin.”

Kazimî daxwaz kir ku demildest ji Devera Kesk derkevin û hêzên ewlehiyê jî raspartiye ku rewşa giştî li gor ferman û rênimayan biparêzin.

Herwiha eşkere kir, hêzên ewlehiyê pabend in bi parastina saziyên dewletê û nûnerên navdewletî û rêgirî li her kiryarekê ku zirarê digihîne asayîş û sîstema giştî ya welat, dikin.

Îro alîgirên Tevgera Sedir dest bi xwepêşandanê kirin û dijayetiya xwe ji bo namzedê Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan bo postê Serokwezîrê Iraqê nîşan dan.